Nêçîrvan Barzanî: "Nabe axa Herêma Kurdistanê bo êrîşa li ser welatên cîran were bikaranîn"

Nêçîrvan Barzanî: "Nabe axa Herêma Kurdistanê bo êrîşa li ser welatên cîran were bikaranîn"

Di derbarê aloziyên li Şêladizê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew qebûl nakin ti alî xaka Herêma Kurdistanê ji bo welatên cîran wekî metirsî bikar bîne.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê bûyerên li Şêladizê de ragihand ku mixabin hinek welatî şehîd bûn ji ber bombebaranan, lê ne li gundan, li cihên ku PKK hene bûne armanc.

 

Derbarê aloziyên li Şêladzê de jî Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew qebûl nakin ti alî xaka Herêma Kurdistanê ji bo welatên cîran wekî metirsî bikar bîne û got: “Xwepêşandan mafê herkesî ye, lê em qebûl nakin rêyên tundûtujî bikar bînin. Li Şêladzê bûyereke ku me nedixwest rûda. Mixabin hinek welatî şehîd bûn ji ber bombebaranan, lê ne li gundan, li cihên ku PKK heye. Sedema bombebaranan hebûna PKKê ye. Ez sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazim. Ji bo lêkolînan gavên pêwîst têne avêtin.”

 

Di derbarê bûyerên Şêladizê de jî, serokwezîrê Kurdistanê ragihand, ku bi şehîdkirina welatiyan ji ber bombebarana Tirkiyê xembar in, lê divê sedema vê yekê were çareserkirin, ew jî hebûna PKKê li wê navçeyê ye û got, gelek caran ji welatiyan hatibû xwestin ku ji hin cihên ku PKKê lê ne nêzîk nebin, ji bo ku nebin qurbanî, lê hin caran welatî pabendî rênimayan nebûne.

 

Serokwezîrê Kurdistanê behsa pêwendiya telefonî ya ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê jî kir û got, di pêwendiya telefonî de tekez kiriye ku ew kesên xwestin rêya xwepêşandanê rewa ya xelkê biguherin, bêne dadgehkirin û got, nabe axa Herêma Kurdistanê bo êrîşa li ser welatên cîran were bikaranîn ku baca wê welatiyên Herêma Kurdistanê didin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin