Nêçîrvan Barzanî: Em dê pêşmergê bikin yek

Nêçîrvan Barzanî: Em dê pêşmergê bikin yek

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di bersiva hevwelatiyekî de behsa yekgirtina hêzên pêşmerge û pêkanîna hêzeke niştimanî di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de dike.

A+A-

Li gor nûçeya Rûdawê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemî 5ê Tebaxa 2018 di bersiva pirsa hevwelatiyekî xelkê Silêmaniyê ya derbarê yekgirtina hêzên pêşmerge de ragihand: “Rastiyek heye, ew jî ev e ku me dîrokeke nexweş ji kêşeyên navxwe û meseleya yekgirtina Hêza Pêşmerge heye, lê belê ya giring ev e ku piştî wan rojên nexweş ên şerê navxwe, heta niha ew du hêz gelek bi başî bi hev re kar kirine.”

 

 

 

هێمن له سلێمانییه‌وه ده‌یه‌وێت بزانێت كه‌ی هێزی پێشمه‌رگه یه‌كده‌گرێته‌وه. سه‌یری ڤیدیۆیه‌كه بكه بۆ وه‌ڵامی سه‌رۆك وه‌زیران.

 

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha bernameya niha ya hikûmetê aşkere dike û dibêje: “Bernameya Hikûmeta Herêmê ev e; hêzên 70 û 80 û hêzên din li Wezareta Pêşmerge bêne komkirin û heta niha jî me kariye ku komek ji wan hêzan kom bikin.”

 

Nêçîrvan Barzanî  wisa domand: “Gelek mixabin piştî sala 2014ê ku şerê DAIŞê dest pê kir û hemû hêz mijûlî berevanîkirina li Kurdistanê bûn, ev prose rawestiya, lê belê niha dema wê yekê ye, ku em careke din dest bi vê proseyê bikin. Komeke zêde ji wan di jêr sîwanekê de kom bûne û Wezareta Pêşmerge serpireştiya wan dike, ew ên mane jî û li derveyî Wezareta Pêşmerge ne, Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha plana wê yekê heye, ku ji bo wan jî careke din di jêr sîwana Wezareta Pêşmerge de wan kom bike. Ez nizanim ev prose wê kîngê bi dawî bibe, lê tekez ev yek ji ewlehiyên (karên herî li pêş) Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û bi tekezî em ê vî karî pêk bînin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin