NATOyê di derbarê nukleerê de daxuyanî da

NATOyê di derbarê nukleerê de daxuyanî da

Piştî Trumpî got ew ê ji rêkeftina nukleerê ya digel Rûsyayê vekişin, ji NATOyê daxuyaniya piştgiriyê hat. Sekreterê Giştî yê NATOyê got heke Emerîka jê vekişe, divê ew ewlehiya tifaqê ji nû ve binirxîne.

A+A-

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di daxuyaniya çapemeniyê de piştgirî da axaftina Trumpî û got hemû hevpeymanên me di vê baweriyêde ne ku Emerîka pabendî rêkeftinê ye û pirsgirêk helwesta Rûsyayê ye.

Roja Şemiyê Serokê Emerîkayê Donald Trumpî welatê wî, ji rêkaftina nukleerê ku di dema Yekîtiya Sowyetê de hatibû îmzekirin dê vekişe lewre, Rûsya rêkeftinê binpê dike bes Emerîka pabendî wê ye.

Rûsya jî red dike ku rêkeftin binpê kiribe û dibêje, heke ev biryar were girtin dê ew naçar bibin bersiva vê yekê bidin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin