NAMZETÊ SERBIXWE YÊ BATMANÊ FEYYAZ EKMEN ÇÛ SERDANA BAROYA BATMANÊ

NAMZETÊ SERBIXWE YÊ BATMANÊ FEYYAZ EKMEN ÇÛ SERDANA BAROYA BATMANÊ

Namzetê Serbixwe yê Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat, doh bi çerçoweya xebatên hilbijartinên herêmî serdana Baroya Batmanê kir û digel Serokê Baroyê A. Hamît Çakan civiya.

A+A-

Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê M. Feyyaz Ekmenî, behsa hişmendîya şarezayîyê ya xwe û projeyên xwe yên li ser pirsgirêkên civakî, aborî, çandî yên Batmanê kir û got astengîyeke pir cidî ye ku sîyaseta xendekan jî qeyyûman jî rê li ber demokrasîyeke beşdarîxwaz û çareserkirina xwe bixwe ya pirsgirêkên gelê kurd girtîye û bo çareserkirina pirsgirêkan divêtî ev e ku çanda şerî, ji rojeva mirovan derînin.

Ekmenî herwiha got atmosfera hêyî, zarokên me û siberoja me kirîmînalîze dike û jîyaneke hevçax û modern, mafê me ye ku em dikarin beyî ku hev sûcdar bikin vê yekê pêk bînin.

Serokê Baroya Amedê A.Hamît Çakan jî bo vê serdanê sipasîya xwe pêşkeşî Tifaqa Welatperwer û Demokrat û Feyyaz Ekmen kir û got pirsgirêkeka mezin a batmanê jî bêkarî ye û ev yek rasterast di bin berpirsîyarîya şaredarîye ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
Nûçeyên eleqeder