Mustafa Özçelik li ser OHALa mayînde: Ev rê ne ti rê ye!

Mustafa Özçelik li ser OHALa mayînde: Ev rê ne ti rê ye!

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li ser Qanûna têkoşîna li Dijî Terorê ya ku piştî rakirina Rewşa Awarte kete şûna wê şîrove kir. Di daxuyaniya xwe de Özçelik got vê qanûnê gelek qedexeyan anî ku di OHALê de tunebûn. Özçelik got ev rê ne ti rê ye.

A+A-

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Rêzdar Mustafa Özçelik, li ser Qanûna li Dijî Terorê ya ku piştî rakirina Rewşa Awarte (OHAL) kete meriyetê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Özçelik li ser vê qanûnê got "Rewşa Awarte jî Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê’’ jî tu pirsgirêkan çareser nake û gelek qedexeyên ku di dema Rewşa Awarte de jî tunebûn di qanûna nû de bicih kir.

Özçelik bibîr xist ku "Dewleta Tirkiyeyê ev e 95 sal e bi şêweyên cuda cuda her vê siyasetê dimeşîne. Lê divê êdî bibîne ku, ev rê ne tu rê ye. Rewşa Awarte, "Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê", şer ti pirsgirêkan çareser nake."
 
Metna daxuyaniya Birêz Özçelik ev e:

 

"Rewşa Awarte jî "Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê" jî tu pirsgirêkan çarser nake

 

Dewleta Tirkiyeyê dawî li Rewşa Awarte anî; lê bi navê "Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê", gelek qedexeyên ku di dema Rewşa Awarte de jî tunebûn di qanûna nû de bicih kir.

Bi vî karê xwe yê ewil, sîstema nû ya Serokatiyê, niyet û nexşerêya xwe jî nîşan da. Bi vê qanûna nû, di eslê xwe de, bi taybetî ji bo Kurdan êdî Rewşa Awarte ji bo 3 salan dê weke "Rewşa Asayî" pêk bê. Şer, mirin, wêranî, heps, tunehesibandin, neheqî, zilm, bêzarkirin, tadeyî û rewşên awarte bûne perçeyek ji jiyana Kurdan.

 

Wiha diyar e ku Erdoğan û hemû dezgeh û rêvebirên Dewleta Tirkiyeyê yên esasî, li ser vê siyaseta tundûtûjiyê, li ser vê siyaseta dijî Kurdan li hev kirine.

 

Lê ma heta kengî dê bikaribin vê siyasetê bimeşînin? Ma heta kengî Dewleta Tirkiyeyê dê kurdan û mafên kurdan bi vî awayî tune bihesibînin?

 

Dewleta Tirkiyeyê ev e 95 sal e bi şêweyên cuda cuda her vê siyasetê dimeşîne. Lê divê êdî bibîne ku, ev rê ne tu re ye. Rewşa Awarte, "Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê", şer ti pirsgirêkan çareser nake. Li ser bingehên edalet û azadî û demokrasiyê; li ser bingeha ku statuteyeke siyasî ya ku wekheviya du miletan pêk bîne, divê Dewleta Tirkiyeyê ji bo çareseriyeke sîyasî gavên aştiyane û pêwîst bavêje."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin