Mustafa Özçelik: Gelo dewleta tirk wê kîngê fêhm bike ku pirsa kurd bi şewitandina mirov û daristanan çareser nabe!

Mustafa Özçelik: Gelo dewleta tirk wê kîngê fêhm bike ku pirsa kurd bi şewitandina mirov û daristanan çareser nabe!

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li ser şewitandina daristanên Çiyayên Dêrsimê daxuyaniyek belav kir û got: "Gelo ew Dewleta wê kengî fêhm bike ku meseleya miletê Kurd û Kurdistanê bi şewitandina mirovan û daristanan çareser nabe.

A+A-

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Rêzdar Mustafa Özçelik li ser şewitandina dar û daristanên çiyayên Dêrsimê daxuyaniyek belav kir.

Birêz Özçelik karesata dîrokî ya Dêrsimê bibîr xist û got "Gelo ew Dewleta ku di şikeftên Dêrsimê de bi hezaran Kurd şewitandibû, wê kîngê fêhm bike ku meseleya miletê Kurd û Kurdistanê bi şewitandina mirovan û daristanan çareser nabe."

Daxuyaniya Mustafa Özçelik ku gihişte Rûpela Nû wisa ye:

 

"Çiyayên Dêrsimê têne şewitandin
 

Dewleta Tirkiyeyê ya ku çend roj berê çiyayên Cûdiyê dişewitand, niha jî çiyayên Dêrsimê dişewitîne. Gelo ew Dewleta ku di şikeftên Dêrsimê de bi hezaran Kurd şewitandibû, wê kîngê fêhm bike ku meseleya miletê Kurd û Kurdistanê bi şewitandina mirovan û daristanan çareser nabe. Çareserî siyasî ye."
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin