MSDê li ser hevdîtina digel Şamê daxuyanî da

MSDê li ser hevdîtina digel Şamê daxuyanî da

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li ser hevdîtina xwe ya bi hikûmeta Sûriyê re ku di 26ê Tîrmehê de pêk anî, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

A+A-

MSD di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Li ser daxwaza hikûmeta Sûriyê, di navbera şandeke ji Meclisa Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Sûriyê li Şamê di dîroka 26.07.2018an de civînek pêk hat. Armanc ji vê hevdîtinê, danîna bingehên ji bo destpêkirina diyalogên berfireh e, daku hemû pirsgirêk û aloziya Sûriyê di hemû astan de werin çareserkirin.”

Di daxuyaniya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) de hatiye eşkerekirin: “Beriya van hevdîtinan, li bajarê Tebqayê di navbera komîteyên biçûk ên herdu aliyan de hevdîtin çêbûn û di wan hevdîtinan de mijarên xizmetguzarî hatin nîqaşkirin.”

MSDê diyar dike: “Di encama civînê de, biryarên bi vî awayî hatin dayîn ku komîte li ser hemû astan werin avakirin, da ku diyalog û danûstandin werin pêşxistin û bigihîjin bidawîkirina tundî û şerê ku gel û civaka Sûriyê kire metirsiyê, ji aliyekî din ve jî nexşerêyek were dayîn ku rê ber bi Sûriyeke demokratîk û nenavendî were vekirin.ʺ

Roja 26ê Tîrmehê li ser vexwendina hikûmeta Sûriyê, bi serokatiya Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û Serokê Giştî yê Partiya Pêşeroja Sûriyê Îbrahîm El Qeftan, şandek çûbû Şamê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin