MSD: Pêwîst e rêjîma Sûriyê tomet û gefên xwe arasteyî Tirkiyê kiribana

MSD: Pêwîst e rêjîma Sûriyê tomet û gefên xwe arasteyî Tirkiyê kiribana

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) radigihîne, guhartina sîstema navendî ya dîktator li Sûriyê erkekî niştimanî ye û divê neyê derengxistin.

A+A-

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) radigihîne, guhartina sîstema navendî ya dîktator li Sûriyê erkekî niştimanî ye û divê neyê derengxistin.

MSD di daxuyaniyekê de daxuyaniyên rêjîma Sûriyê yên derbarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de red kir û ragihand, rêjîma Sûriyê hîn xwedî wê hişê hişk û dîktato e ku bû sedema aloziya li Sûriyê û rê jî li pêş welatên biyanî vekir ta derbasî xaka Sûriyê bibin.

MSDê di daxuyaniya xwe de dibêje, pêwîst e rêjîma Sûriyê tomet û gefên xwe arasteyî Tirkiyê kiribana, ji ber ku wê niha xaka Sûriyê dagîr kiriye û hewl dide navçeyên di destê xwe de ferehtir bike.

MSDê tekez dike, cudabûna ji Sûriyê qet ne armanca wan e û her HSDê berevanî di ber yekperçeyîya xaka Sûriyê de kiriye û ti carî cudabûna ji Sûriyê nexwastiye.

Di dawiya daxuyaniya xwe de MSDê diyar dike, ew ji hişê ku niha Sûriyê birêve dibe dilgiran in, ji ber vê yekê jî ew bi erkekî niştimanî û girîng dibînin ku sîstema navendî ya dîktator li Sûriyê bê guhartin û divê ew yek dereng nemîne.

Ev daxuyaniya MSDê di demekê de ye, rêjîma Sûriyê nameyek ji Netewên Yekgirtî re birê kiribû û HSDê bi sîxoriya bi Amerîka û bicihkirina encindeyên wê û bi kiryarên tundûtûjiyê tometbar kiribû.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin