MSD: Amerîka kar dike me beşdarî proseya siyasî bike

MSD: Amerîka kar dike me beşdarî proseya siyasî bike

Hevserokê Encûmena Sûriya Demokrat Riyad Derar ragihand, ku Amerîka kar li ser tevlîkirina wan di danûstendinên çarekirina kirîza Sûriyê de dike.

A+A-

Riyad Derar diyar kir, ku tiştê Washington li Bakurê Sûriyê dike di çarçoveya stratejiya wê ya demdirêj de ye.

Derbarê avakirina burcên çavdêriyê ji aliyê Amerîka ve, Derar got: Wê burcên çavdêriyê li Amûdê, Dirbêsiyê û Serê Kaniyê bên danîn û dibe ku li hejmarek ji navçeyên din ên li ser sînor bên danîn.

Navhatî zelal kir, ku ti mercên Amerîka li ser danîna wan burcan tine ye, ji ber ku rêketin di navbera wan û Amerîka de heye derbarê şerê li dijî DAIŞê û divê Amerîka navçeyên wan biparêze.

Hevserokê Eencûmena Sûrya Demokrat got jî: Pêşketinek di nerîna Amerîkî de çêbûye û dibe Amerîka tevahiya navçeyên di destê HSDê de biparêze, herwiha kar jî li ser tevlîkirina MSDê di nav danûstendinên çarekirina kirîza Sûryê de dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin