'Moskow piştgira rol û mafên kurdan e'

'Moskow piştgira rol û mafên kurdan e'

Wezareta Derve ya Rûsya derbarê civîna navbera cîgirê wezîrê derve yê wî welatî û şanda ENKSê de daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, ku Moskow piştgiriya rol û mafên kurdan li Sûriyê dike.

A+A-

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsya de tê gotin, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya, Mîxaîl Bogdanov û Serokê ENKSê, Siûd Mela û şanda pê re di hevdîtinekê de pêşhatên dawiyê yên Sûriyê gotûbêj kirine.

 

Li gorî daxuaniya Wezareta Derve ya Rûsya, di civînê de tekezî li ser çareseriya siyasî ji bo kirîza Sûriyê, li gorî biryarnameya hejmar 22.54 a Encûmena Asayişa Navdewletî hate kirin .

 

Wezareta Derve ya Rûsya herweha diyar dike, ku ji mafê Kurdan e, weke her pêkhateyeke neteweyî li Sûriyê, di diyarkirina pêşeroja welatê xwe de beşdar bibin.

 

Di daxuyaniyê de herwiha haiye gotin, ku Rûsya piştgîriya rol û mafên kurdan di pêşeroja Sûriyê de dike.

 

Şandeke payebilind a Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê bi serokatiya serokê wê encûmenê, Siûd Mela û endamîtiya Kamîran Haco, Îbrahîm Biro û He was Egîd roja Sêşemiyê serdana Rûsyayê kiribûn û li Moskowê li gel rayedarên wezareta derve ya wî welatî hevdîtin pêk anîbûn.

 

Şanda ENKSê jî ku serdana Rûsya kiribû, doh di daxuyaniyekê de ragihand, ku wan bi rayedarên Rûsya re pirsa destûra Sûriyê û komîteya amadekirina wê, sîstema siyasî ya Sûriyeya nû, maf û rola gelê Kurd di dahatûya Sûriyê de, rewşa Efrînê û guhertinên demografîk li Sûriyê gotûbêj kirin.

 

Şanda ENKSê ragihand, ku di civîna bi rayedarên rûsî re tekezî li ser wê yekê jî hate kirin, ku pêwîst e garantî hebe, ji bo parastina mafên hemû pêkhateyên civaka sûrî, di destûra paşerojê de, bi taybetî mafên gelê Kurd li vî welatî.

 

Li gorî daxuyaniyê, şanda ENKSê herwiha li Moskowê tekezî li ser wê yekê kiriye ku Sûriyeya paşerojê, dewleteke federal a pirjimar û demokratîk be.

 

Derbarê rewşa Efrînê de jî şanda ENKSê daye xuyakirin, ku wan rewşa Efrînê ligel aliyê rûsî gotûbêj kir û tekezî li ser pêwîstiya vegera xelkên Efrînê kir, û ew herêm bi destê xelkên xwe bê birêvebirin.

 

Şanda ENKSê herwiha diyar kir, ku bi rayedarên rûsî re behsa metirsiya guhertinên demografîk li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî kiriye û tekez kiriye, ku ew yek dibe pêwendî di navbera pêkhateyên Sûriyê de aloztir bibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin