Mónika Bartos: Kurd ji bo aştiyê dixebitin

Mónika Bartos: Kurd ji bo aştiyê dixebitin

.

A+A-

Parlamentera Macaristanê Mónika Bartosê diyar kir ku Kurd ji bo aştiyê dixebitin û got, “Ev ji bo herêma we girîng e, lê ji bo hemû cîhanê û hemû bawermendan jî girîng e.”

Mónika Bartos li Başûrê Kurdistanê tev li çalakiyên Roja Nizaya (Dua/Lave) Niştimanî bû û pişt re bû mêhvana Rûdawê.

Mónikayê diyar kir ku Kurdistanê bi vê çalakiyê peyamek daye cîhanê û biland:

B”i nêrîna min, hûn li ser rêya rast in. Pêwîstiya cîhanê bi qehremanan heye, pêwîstî bi yekem kesên ku dikarin biçin û gava yekem bavêjin heye. Yekemîn taştêya duaya niştimanî ya Kurdistanê peyam û erkek ji bo hemû welatan e ku wêrek bin û gava yekem bavêjin.”

Mónikayê bal kişand ser kişand tundî û nakokiyên heyî û anî zimên:

“Mixabin di van rojan de em şahidê tundûtûjî û nakokiyên zêde ne. Yên ku ji bo aştî, pêkvejiyan û aramiyê dixebitin, bê guman xizmeteke mezin ji mirovahiyê û dahatûya me re dikin.”

Wê fikrên xwe yên li ser “aştî”yê wiha îfade kirin:

“Li gorî min, aştî ji bo me hemûyan armanca herî girîng e, ew jî dîtina aştiya hundirîn e. Ger em aştiya hundirîn bibînin, em dikarin aştiyê li derdora xwe, di malbatên xwe de, li welatê xwe û li cîhanê jî ava bikin.”

Parlamentera Macaristanê Mónika Bartosê pirsên Pêşkêşkarê Rûdawê Niwêner Fatîh bersivandin:

Rûdaw: Mónika Bartos, tu bi xêr hatî.

Mónika Bartos: Belê, spas.

Rûdaw: Ez pir kêfxweş im ku te li vir dibînim.

Mónika Bartos: Belê, ev cara yekem e ku ez serdana Kurdistanê dikim.

Rûdaw: Wekî serdana te ya yekem, berî ku tu werî vir te çi hêvî dikir? Îro û duh jî tu li nav bajêr bûyî.

Mónika Bartos: Belê, ez hatime yekemîn taştêya Duaya Niştimanî ya Kurdistanê. Li Macaristanê, me pênc taştêyên duaya niştimanî organîze kirine û ez beşdarî hinekan ji wan bûm. Her wiha ez li welatên din jî beşdar bûme û ezmûnên baş û hestên min ên baş hebûn çimkî em dikarin bi hev re bicivin û bawerî, nêrîn û hêviyên xwe parve bikin.

Hêvî pir girîng e. Berî hatina xwe, ez difikirîm ku ez dikarim heman hestê bikim, hêvî, bi hev re kombûn, dostanî û xwişk û biratî. Li vir jî di lavaya taştê de ku herêma we organîze kiriye, heman hest û ezmûna min heye.

Rûdaw: Dibe ku tu li welatê xwe beşdarî nizayên din jî bûbî lê dibe ku ev lava piçekî cuda be, ji ber ku îro çendîn ol bi hev re kom bûne û beşdar bûne. Xirîstiyan, Êzidî û Misilman jî. Hemû beşek ji vê nimêjê bûn. Ev ezmûn çawa bû?

Mónika Bartos: Gelek axaftvanan qala pêkvejiyanê kir, qala çawaniya qebûlkirina hev kir wekî bawermendên cuda lê em hemû afirînerên Xwedê ne. Ev yek ji peyamên sereke yên pêkvejiyan û biratiyê bû.

Dema ku vê hevdîtinê dest pê kir, ez wekî Katolîkeke Romî li hin ayetên Încîlê fikirîm. Ger hûn rê bidin min, ez dixwazim vê hevokê bibêjim: "Xwezî bi halê kesên ku ji bo aştiyê dixebitin, Xwedê wan wekî zarokên xwe bi nav dike." Min hest kir ku hûn ji bo aştiyê dixebitin û hûn dikarin xwe wekî zarokên Xwedê bibînin. Ev ji bo herêma we girîng e, lê ji bo hemû cîhanê û hemû bawermendan jî girîng e.

Ez bawer im ku hemû mirov dixwazin di nav aştî û hevahengiyê de bi malbatên xwe re bijîn, li wê axa ku tê de ji dayik bûne.

Mixabin di van rojan de em şahidê tundûtûjî û nakokiyên zêde ne. Yên ku ji bo aştî, pêkvejiyan û aramiyê dixebitin, bê guman xizmeteke mezin ji mirovahiyê û dahatûya me re dikin.

Rûdaw: Em di serdemekê de ne ku dabeşbûn li cîhanê zêdetir dibe. Welat dîsa vedigerin nava xwe û dabeşbûn di navbera welatan de û di nava welatan de jî rû dide, xasma di çend salên borî de. Tu dibêjî ji bo çareserkirina van birînan çi pêwîst e?

Mónika Bartos: Ez berî du hefteyan li Ozbekistanê bûm, kongreya IPUyê li wir hat sazkirin. Zilamekî ji wî welatî gotineke pir balkêş ji min re got, got: "Piraniya me aştiya xwe ya hundirîn winda kiriye. Aştiya dilê xwe."

Li gorî min, ev ji bo me hemûyan armanca herî girîng e, ew jî dîtina aştiya hundirîn e. Ger em aştiya hundirîn bibînin, em dikarin aştiyê li derdora xwe, di malbatên xwe de, li welatê xwe û li cîhanê jî ava bikin.

Aştî diyariyeke Xwedê ye lê bi rêya me dikare vê bike. Divê em ji bo bidestxistina aştiyê bi wî re bixebitin. Dibe ku hin kes wisa bifikirin ku ev kar zehmet e, ew rast dibêjin lê em dikarin gav bi gav ber bi pêş ve biçin. Ger em nikaribin encama wê bi lez bibînin, divê em hêviya xwe winda nekin. Divê em bi nêrîneke berfireh li paşerojê binêrin û gavên biçûk bavêjin.

Ez hez dikim gava kesek bi min re dibişire, ez jî bi bişirînekê bersiva wî bidim an jî ez bibim yekem kesa ku dibişire çimkî bişirîn peyameke baş dihewîne – ew jî qebûlkirin, xweşî, hêvî û xwişk û birayetî ye. Bi baweriya min, aştiya hundirîn gava yekem e û xebata bi Xwedê re ji bo aştiya mirovahiyê gava duyem e.

Ji bo me roleke sereke ya serkirdeyan di vî warî de heye çimkî em nimûne ne. Ev duaya taştê jî nimûneyek e. Bi nêrîna min, hûn li ser rêya rast in. Pêwîstiya cîhanê bi qehremanan heye, pêwîstî bi yekem kesên ku dikarin biçin û gava yekem bavêjin heye. Yekemîn taştêya duaya niştimanî ya Kurdistanê peyam û erkek ji bo hemû welatan e ku wêrek bin û gava yekem bavêjin.

Rûdaw: Îro tu bi çendîn serkirdeyên Xirîstiyan û keşeyan re bûyî, mebesta min keşeyên navxweyî ji bajar û bajarokên cuda yên Herêma Kurdistanê. Tu civaka Xirîstiyan li Kurdistanê çawa dibînî? An jî te çawa dît?

Mónika Bartos: Her kesî behsa aramiyê kir, behsa wê yekê kirin ku ev xak, xaka pêkvejiyan û aştiyê ye û stargeha wan kesan e ku neçar mane malên xwe biterikînin. Peyama wan ji bo me ev bû.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin