Mogherini:Em hêvî dikin Demirtaş bê berdan

Mogherini:Em hêvî dikin Demirtaş bê berdan

Îro, Nûnera Taybet a Polîtikaya Ewlehiyê û Têkiliyên Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini û Berpirsê Muzakereyên Dorfirehkirinê û Politikaya Cîrantiyê Johannes Hahn, digel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlüt Çavuşoğlu civiyan.

A+A-

Di civîna çapemeniyê de, Mogherini got: "Em daxwaz dikin ku Demirtaş were serbestberdan. Nûnerê Berpirs Hahn jî nîgareniyên xwe yên ji ber desteserkirinên akademîsyenan anîn zimên.

Di daxuyaniya hevpar de Çavuşoğlu got ji bûyerên Geziyê vir de, gelek hewl bo rûxandina hikûmetê hatine kirin û wisa pê de çû: "Ji bilî Civînên Siyasî yên bi asta bilind, di warên dinan de jî têkiliyên me digel Yekîtiya Ewropayê hene. Divê em van civînan di pêvajoya pêşiya me de jî berdewam bikin."

Piştî Çavuşoğluyî, Nûnera Taybet a Polîtikaya Ewlehiyê û Têkiliyên Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê axivî û got: "YE dê berdewam be di krîza penaberan de piştgiriyê bide Tirkiyeyê, şirîkatî û hevkariya me gelekî girîng in. Ev yek bo pêvajoya aştiyê ya li Sûrî, Iraq, îran û Rojhilata Navîn jî girîng e. 

Li ser biryara DMMê ya bo Demîrtaşî de jî Mogherini axivî û got: "Tirkiye yek ji endamên damezrîner ên Konseya Ewropayê ye. Divê pê şanaz bibin. Di heman demê de em dixwazin hûn civakeke tendurist bibin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di derheqê Demirtaşî de got binpêkineke mafên mirovî heye."

Piştî Mogherini, Hahn jî li ser desteserkirina endamên Anadolu Kültür û akademîsyenan de nîgeraniya xwe anî zimên û got: "Ji bo akademisyenên heftiya borî hatin desteserkirin divê xebatên demokratîk bidomin.

Hahn herwiha got bicihkirina penaberan bo herdu aliyan jî serkeftî ye. Di warê perwerdehiyê de em jî hevkariyeke baş dikin. Di warên sitratejîk de mijarên têkildar dê mehên pêşiya me wê zelal bibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin