Mîrê Êzdiyan Mîr Tehsîn Beg, koça dawî kir

Mîrê Êzdiyan Mîr Tehsîn Beg, koça dawî kir

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Kurdên Êzdî li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî Xeyrî Bozanî ragihand ku Mîrê Êzdiyan Mîr Tehsîn Beg koça dawî kir.

A+A-

Xeyrî Bozanî di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Em bi xemgînî agahiya koça dawî ya Mîrê Êzdiyên cîhanê, Cenabê Mîr Tehsîn Seîd Elî li nexweşxaneya KRH Siloah a li bajarê Hannover ê Almanyayê radigihînin, ku bû demeke dirêj nexweş bû.”

Mîrê Êzdiyan bo demeke direj ji ber nexweşiyê, di bin çavdêriya nojdaran de bû û kurê wî Hazim bi wekalet karûbarên wî birêve dibir.

Mîr Tehsîn Beg di sala 1933an de jidayîk bûye û di temenê xwe yê 10 salî de bûye Mîrê Êzdiyên Cîhanê. Hejmara Kurdên Êzdî li cîhanê zêdetirî yek milyon kes e û ji wê hejmarê nêzîkî 600 hezar kes li Başûrê Kurdistanê niştecih in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin