Mîr Tehsîn Beg, li Şêxanê hat veşartin

Mîr Tehsîn Beg, li Şêxanê hat veşartin

Îro Sêşemê termê Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê, Mîr Tehsîn Beg li navçeya Şêxanê hat veşartin.

A+A-

Îro Sêşemî 5ê Sibata 2019an, berî nîvro di merasîmeke hêja de termê Mîr Tehsîn Beg, Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê li nav hewşa mala wî li Şêxanê bi axê hat spartin.

Mîr Tehsîn Beg pêştir wesiyet kiribû ku di nav hewşa mala xwe de bê veşartin, lewma îro bi veşartina termê wî di nava hewşa mala wî de, wesiyeta wî hate bicihanîn.

 

Termê Mîrê Êzidiyan roja Duşemiyê bi firokeyeke taybet ji Almanya ve bo Herêma Kurdistanê hate vegerandin û li balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê bi merasîmekê ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî têde amade bû, hat pêşwazîkirin.

 

Piştî merasîma fermî ya li Hewlêrê, termê Mîr Tehsîn Beg bo navçeya Şêxanê hatibû birêkirin û li hewşa mala wî hatibû danîn.

 

Her duh li Şêxan jî bêhtirî 40 hezar kes beşdarî merasîma pêşwaziya li termê Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin