Mîr Tehsîn Beg, bi merasîmeke taybet

Mîr Tehsîn Beg, bi merasîmeke taybet

Termê Mîrê Êzdiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Tehsîn Beg ku 28ê Çileyê li Almanyayê kiras guhernadibû, îro 4ê Sibatê hat Başûrê Kurdistanê.

A+A-

Mîr Tehsîn Seîd Elî Beg di roja 15ê Tebaxa 1933an de li devera Baedrê ya ser bi qezaya Şêxanê ji dayik bûye. Di havîna sala 1944an de, dema ku Mîr Tehsîn Beg temenê wî digihe 11 salan, ji be rkoça dawî ya bavê xwe, bo posta Mîrê Kurdên Êzidî hat destnîşankirin.

 

Roja Duşembiyê (28-01-2019) Mîr Tehsîn Beg li nexweşxaneyeke bajarê Hanoverê li Almanyayê di temenê 86 saliyê de koça dawî kir û îro Duşemî (04-02-2019) termê wî gihîşte Herêma Kurdistanê.

 

Rêveberê Pêwendiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê ragihand, nûnerên 8 pêkhateyên olî yên li Herêma Kurdistanê, pêşwazî li termê Mîr Tehsîn Beg dikin.

 

Herwiha di merasîma Mîr Tehsîn Begî de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî amade bû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin