Milîsên tirkan êrişî mezargeha kurdên Elewî kirin!

Milîsên tirkan êrişî mezargeha kurdên Elewî kirin!

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, milîsên alîgirên Tirkiyê, bi behaneya dîtina tiştên kevnar, mezargeha pîroz ya kurdên Elewî wêran kirin.

A+A-

Navenda Medyayî ya Efrînê belav kir, çekdar û milîsên alîgirên Tirkiyê mezargeha kurdên Elewî, ku dikeve navbera bajarokê Mabeta û gundê Qenterê, wêran kirin û li tiştên kevnar geriyan!

Ji roja ku herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tikriyê û milîsên alîgirên wî welatî ve hatiye dagîrkirin, gelek cihên dîrokî û olî yên pîroz hatine teqandin û wêrankirin; wek girê Eyndara, keleha Tiqilkê û çiyayê Semhanê.

Peyayên tirkan her wiha gelek cih û mezargehên ola Êzidiyan li Efrînê şikandine; wek mezargeha Şêx Cinêd û Ebdilreham li gundê Feqîra û mezargeha Şêx Berkat li çiyayê Lêlûn li nêzîkî bajarokê Darit Izê. Herwiha çekdaran mezargeha Henên û gora rewşenbîrê Kurd Dr. Nûrî Dêrsimî li gundê Meşalê jî şikandine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin