Mêsûd Barzanî di salvegera Destana Lomanayê de gotarek pêşkêş kir

Mêsûd Barzanî di salvegera Destana Lomanayê de gotarek pêşkêş kir

Serok Mesûd Barzanî li bajarê Dihokê di salvegera Dastana Lomana de gotarek pêşkêş kir û behsa serwerî û destkeftên Pêşmerge di xebata rizgarîxwaza Kurdistanê de kir.

A+A-

Serok Barzanî behsa rola Pêşmerge kir û got: “Hîna gef mane. Ligel wê jî ewên niha ji derve tên bi mezin pesindarî behsa Pêşmerge dikin, ku mirov şanaziyê pê dike.”

Serok Barzanî amaje bi wê kir, “Ti demekê me şer hilnebijartiye, lê her demê bên neçarkirin wek destana 12.12.1961ê û bi dehan serwerî û qehremaniyên din dikin û heger neçar bibin jî Pêşmerge Abrams dişikînin û niha Pêşmerge bilindtirîn nav e li ser asta cîhanê, ne tenê li Kurdistanê.”

Herwiha got: “Gelek şandên derve dibînin li vir û li derve, dema behsa Pêşmerge dikin, şanaziyeke mezin pê dikin. Heger Pêşmerge li vir nebûya, li vir nedibûn. Dilniya bin ti caran niyaza me nebû ti rojekê dilopek xwîn ne ji me û ne ji hember me birije, ti carî me şer nexwastiye.”

Serok Barzanî amaje bi dastana Lomana ya 12.12.1961an kir û got: “Hatiye çespandin, heger em bikevin ber çi gefa jinavbirinê, lawên me dikarin şerê Abrams bikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin