Mesûd Barzanî bi balyozê Îranê yê li Iraqê re civiya
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya balyozê Komara Îslamî ya Îranê yê li Iraqê, Îrec Mescidî kir. Barzanî û Mescidî di wî hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşketinên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.
A+A-
Di wê hevdîtinê de peywendiyên dûalî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê gotûbêj kirin û li ser hûrgiliyên 4emîn konferansa pêşxistina pêwendiyên aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê ku li bajarê Hewlêrê hatiye sazkirin û bi pêngaveke girîng û serkeftî dan zanîn ku dibe sedema bihêztirbûna pêwendiyên aborî yên di navbera Kurdistanê û Îranê de.
Herwiha di heman civînê de di derbarê rewşa siyasî û pêşketinên Iraq û navçeyê de danustandina fikrî hatin kirin.
Hêjayî gotinê ye di vê civînê de Konsûlê Komara Îslamiya Îranê li Hewlêrê Murteza Ebadî jî amade bû.
(Sputnik)
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin