Mêran di 324 rojan de 302 jin kuştine, tûndkarî li 532 jinan kirîye

Mêran di 324 rojan de 302 jin kuştine, tûndkarî li 532 jinan kirîye

Mêran ji 1ê Kanûna Paşîyê (meha yekem) a 2019ê heta 20 Çirîya Paşîyê (meha yazdehem) ya 2019ê ya kêm 302 jin kuştine, tûndkarî li 532 jinan kirîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor agahîyên ku bianetê ji nûçeyên rojnameyên herêmî û neteweyî ji ajans û malperan berhev kirîn mêran ji 1ê Kanûna Paşîyê (meha yekem) a 2019ê heta 20 Çirîya Paşîyê (meha yazdehem) ya 2019ê ya kêm 302 jin kuştine, tûndkarî li 532 jinan kirîye.

Herî kêm 10 jinên hatîn kuştin ne hevwelatîyên Tirkîyeyê bûne. (Yek ji Azerbaycanê, du ji Sûrîyeyê, du ji Efxanistanê, yek ji Iraqê, yek ji Çînê, yek ji Fasê û yek jî ji Ozbekistanê bûye.)

Ji sedî 68ê jinên hatîn kuştin mêrê wan, an jî yarê wan ê berê ew kurşutine.

Mêr, mêrê berê an jî yarê berê yê 198 jinan ew kuştine. Kek, bav an jî birayê 31 jinan ew kuştine. Cîran û hevalên 20 jian ew kuştine.

Lêzimên heşt jinan ew kuştine. Polîsekî jineka trans kuştîye. 23 jin hatine kuştin lê ji nûçeyan nehatîye zanîn ka kê ew kuştine.

Mêran ji sedî 49ê jinên kuştîn bi çekên gulexwer kuştine.

Mêran 149 jin bi çekên gulexwer, 74 jin bi kêran, 25 jin bi xeniqandinê û 20 jin jî bi lêdanê kuştine. Mêran du jin ji şaneşîna xanîyan avêtine. Ji nûçeyan nehatîye zanîn ka şêweyê kuştina 24 jinan çawa bûye.

Mêran di meha Çirîya Pêşîyê de 23 jin kuştine

Di meha Çirîya Pêşîyê de mirina 17 jinan (Stenbol û Antalya her yek jê 3, Konya û Aydin her yek jê du, Rîze, Bûrsa, Kocaelî, Denizlî, Hatay û Edene her yek jê yek) bi guman bûye. 

Li Samsûn û Semsûrê mêran hiştine ku jin hewl bidin xwe bikujin. Mêrekî ku li Almanyayê dijî, ji bo hevjîna xwe la Tirkîyeyê bide kuştin pere daye yekî û xwestîye wê bikuje. Li Aydinê mêrekî hewl daye jina xwe bikuje.

Çapemenîyê mirina du jinên li Stenbol û Erzeromê bi gotinên “kuştinên failên wan nedîyar” weşandîye. Li Bûrsayê mêrekî gefa kuştinê li hevjîna xwe xwarîye. Mêrî biryara dûrxistinê çar caran binpê kirîye.

Li Stenbolê xwekuştina jinekê ya li rawestgeha metrobusê di çapemenîyê de bi gotinên “bi guman” hatîye weşandin.

Li Manîsayê jinekê zavayê xwe kuştîye ku êrîşa zayendî li ser wê kirîye. Jina ku mafê xwe yê rewa yê parastinê bi kar anîye, çûye xwe radestî cendermeyan kirîye.

Di meha Çirîya Pêşîyê de mêran tundkarî li 41 jinan kirîye û tecawiz li du jinan kirîye. Bi darê zorê karê seksê bi 85 jinan kirine. Istismara cinsî herî kêm li 33 zarokên keç kirîye û tacîz li 13 jinan kirîye.

Mêran di meha Îlonê de 37 jin kuştine

Di meha Îlonê de mirina 15 jinan (Edene, Artvin, Antalya -2-,  Stenbol -4-, Balıkesir, Aydın, Îzmîr, Amed,  Meletî, Erzîngan, Mûgla) bi guman bûye. 

Mêran hewl daye ku çar jinan (Aydin, Karaman, Konya, Îzmîr) bikujin.

Mirina heft jinan di çapemenîyê de (Enqere, Samsun, Kayseri, Aydın, Wan, Samsun, Îzmîr) bi gotinên “xwekuştina biguman” hatîye nivîsandin. Yek ji van, karkereke karên malê ya ozbek bûye. Derketîye holê ku sîgorteya wê nehatîye çêkirin. 

Mêran di meha Îlonê de gefa mirinê herî kêm li pênc jinan xwarîye (Stenbol-2-, Enqere, Samsun, Duzce).

Di çapemenîyê de hewldana xwekuştina jinekê (Edene) weke kuştina biguman hatîye nivîsandin. 

Mêran xwestîye ku du jin (Bûrsa, Kocaelî) hewl bidin xwe bikujin.

Mêran herî kêm tundkarî li 71 jinan kirîye. Mêran herî kêm tecawiz li sê jinan kirîye, bi darê zorê karê seksê bi 33 jinan kirine. Istismara cinsî herî kêm li 26 zarokên keç kirîye û tacîz li 13 jinan kirîye.

Mêran di meha Tîrmehê de 24 jin kuştine

Mêran ya kêm tûndkarî li 81 jinan kirîye. Herî kêm tecawiz li 10 jinan kirîye, karê seksê bi zorê li 59 jinan kirîye. Istismara cinsî li 19 zarokên keç, ya kêm tacîz li 34 jinan kirîye.

Mêran di heft mehên destpêkê yên 2019ê de ya kêm 184 jin kuştine. Tecawiz li 31 jinan kirîye, karê seksê bi zorê li 288 jinan kirîye, tacîz li 138 jinan kirîye û istismara cinsî li 139 zarokên keç kirîye. Mêran di van heft mehan de tundkarî li 312 jinan kirîye.

Ev hejmar di heft mehên destpêkê yên sala 2018ê herî kêm 140 jin bû. Di heman demê de mêran heft zarok jî kuştibîn. Mêran teciwaz li 42 jinan, taciz li 130 jinan kiribû. Bi darê zorê karê seksê li 338 jinan kiribû. 231 zarokên keç rastî istismara zayendî ya mêran hatibû û mêran 244 jin birîndar kiribû.

Di meha Tîrmehê de mirina 12 jinan (Wan, Manîsa 2, Tekîrdag, Balikesîr, Antalya, Samsun 2, Mûgla, Stenbol, Edene, Enqere) bi şik û guman bûye.

Mêran hewl dane ku jinekê (li Stenbolê) bikujin.

Di meha Tîrmehê de çapemenîyê ji bo kuştina jin û zarokekê/î weke bûyera ‘failên wê nedîyar’ nivîsandîye (Colemêrg).

Li Stenbolê kirine ku jineke trans a bi navê Dîdem A û li Newşehîrê jî kirine ku jinek hewl bide xwe bikuje.

Mêran di meha Hezîranê de 34 jin kuştine

Mêran ya kêm tûndkarî li 72 jinan kirîye. Du jinên ku mêran tûndkarî lê kirîye trans bûne.

Mêran di şeş mehên destpêkê yên 2019ê de ya kêm 160 jin kuştine.

Ev hejmar di şeş mehên destpêkê yên sala 2018ê herî kêm 120 jin bû. Di heman demê de mêran heft zarok jî kuştibîn. Mêran teciwaz li 32 jinan, taciz li 102 jinan kiribû. Bi darê zorê karê seksê li 325 jinan kiribû. 189 zarokên keç rastî istismara zayendî ya mêran hatibû û mêran 212 jin birîndar kiribû.

Di heman mehê de mirina 12 jinan (Colemêrg 2, Antep, Sêwas, Tekirdağ, Erzincan, Çorum, Kütahya, Meletî, Burdur, Manisa 2) bi şik û guman bûye.

Kuştina du jinan di nûçeyan de wek “mirina biguman” hatîye nivîsîn.

Mêran di meha Gulanê de 27 jin kuştine

Mêran di sê pênc destpêkê yên sala 2019ê de 126 jin kuştine.

Ev hejmar di pênc mehên destpêkê yên sala 2018ê herî kêm 97 bû. Di heman demê de mêran heft zarok jî kuştibîn. Teciwaz li 30 jinan, taciz li 89 jinan kiribû. Bi darê zorê karê seksê li 280 jinan kiribû. 177 zarokên keç rastî istismara zayendî ya mêran hatibû û mêran 185 jin birîndar kiribû.

Mêrên ku di meha Gulanê de herî kêm tecawiz li sê jinan kirîye, bi darê zorê karê seksê li 64 jinan daye kirin. Mêran her wiha istismara zayendî li 39 zarokan kirîye û taciz li 28 jinan kirîye.

Di heman mehê de mirina 6 jinan (Enqere, Rize, Konya, Ordu, Tekirdag, Denizli) bi şik û guman bûye.

Mêran kirîye ku du jin (Sakarya, Denizli) xwe bikujin. Xwekuştina herî kêm çar jinan (Amed, Nigde, İzmir, Elazıg) jî di çapemenîyê de weke mirinên “biguman” hatine nivîsandin.

Li Stenbolê û Şirnexê laşê du jinan hatîye dîtin (Di çapemenîyê de ev kuştin weke kuştinên failên wan ne dîyar hatîye nivîsandin. Jina li Stenbolê di wesayîtekê de hatîye dîtin ku hatîye şewitandin. Navê jina ku laşê wê li Şirnexê hatîye dîtin, Aslihan U. bû ye).

Mêran di meha Nîsanê de 31 jin kuştine

Mêran di Nîsana 2019ê de herê kêm tecawiz li du jinan kirîye û herî kêm 22 jin taciz kirine. Yek jê trans, 23 jin rastî tundkarîya mêran hatine.

Di meha Nîsanê de neh jin (li Êlihê du, li her yek ji Çorûm, Kocaelî, Aydin, Stenbol, Îzmîr, Edene û Erziromê jinek) mirine ku mirina wan bi guman bûye.

Di heman mehê de çapemenîyê ew zanyarî weşandîye ku kujerê Najia Arabzaîya 30ê Adarê li Stenbolê hatîye kuştin hatîye zeftkirin. Her weha kujerê Dudu Çeştepeya ku di Tebaxa 2018ê de li Zongûldakê hatibû kuştin di Nîsanê de hatîye zeftkirin û çapemenîyê ve zanyarî weşandîye.

Li Aksarayê mêrekî hiştîye ku jinek xwe bikuje. Li Êlihê mêrekî xwestîye jinekê bikuje. Li Dêrsim û li Konyayê laşê du jinan hatîye dîtin. Her du bûyer jî di çapemenîyê de weke kuştinên failên wan nedîyar hatine weşandin. Navê jina ku li Konyayê hatîye kuştin nehatîye zanîn, la li Dêrsimê Gulsum Taş bûye.

Mêran di meha Adarê de 22 jin kuştine

Mêran di sê mehên destpêkê yên sala 2019ê de 68 jin kuştine. Ev hejmar di sê mehên destpêkê yên sala 2018ê 66 bû. Mêran Adara 2019ê de herê kêm tecawiz li şeş jinan kirîye û herî kêm heft jin taciz kirine.

Mêran di vê mehê de istismara zayendî li heşt zarokên keç kirine, herî kêm 20 jin birîndar kirine. Her weha bi darê zorê karê seksê herî kêm li 22 jinan kirine.

Mêran yek li Enqereyê yek jî li Edeneyê, xwestine du jinan bikujin. Li Stenbol û Enqereyê du jin mirine ku mirina wan bi guman bûye.

Mêran di meha adarê de li Samsûn û Stenbolê gefa kuştinê li du jinan xwarîye. Berîya niha bi 14 salan li Antalyayê jinek hatibû kuştin, failê bûyerê di Adara 2019ê de hatîye dîtin. Li Antalyayê du jinan xwestîye ku xwe bikujin. (M. U. ya ku nehiştine xwe bikuje gotîye ku ji ber mêrê tecawiz lê kirîye serbest maye wê xwestîye xwe bikuje).

Mêran di Sibatê de 23 jin kuştine

Mêran di heman mehê de istismara cinsî li 15 zarokên keç kirine, herî kêm 25 jin birîndar kirine. Bi darê zorê karê seksê herî kêm li 62 jinan kirine.

Mirina du jinan (Enqere-Aydin) di çapemenîyê de weke mirinên “biguman” hatine nivîsandin. Mêran gefa kuştinê li du jinan xwarine.

Bûyera kuştina sê jinan di çapemenîyê de weke “kuştinên failên wan ne dîyar” hatine nivîsandin. Di Sibata 2019ê de derket holê ku kesê Shakila Qudusi (38) ya efxanî û zarokên wê Navid (8) û Maryam (3) di meha 27ê Kanûna Paşîyê ya 2019ê de kuştîye, mêrê wê A. Q. yê 28 salî bûye.

Mêran xwestîye ku du jinan bikujin. Bûyer li Stenbol û Bûrsayê çêbûne û xetereya li ser jinan berdewam dike.

Mêran di Kanûna Paşîyê de 23 jin kuştine 

Jineke ku hatîye kuştin Hande Kader Şeker a trans e û li Îzmîrê hatîye kuştin. Her weha yek ji wan jî Esra A. ya ku dîsa jineke trans bûye. Esra A. li Stenbolê hatîye kuştin.

Mêran di heman mehê de tecawiz li çar jinan kirîye, karê seksê bi darê zorê li pênc jinan daye kirin û taciz li heft jinan kirîye. Mêran istismara zayendî li 10 keçan kirîye û herî kêm tundkarî li 27 jinan kirîye, ew birîndar kirine.

Mêran di meha Kanûna Pêşîyê (Berfanbar) ya 2018ê* de du jin kuştine lê ev bûyer di meha Kanûna Paşîyê ya 2019ê de di çapemenîyê de hatîye weşandin.

Her weha di heman mehê de guman li ser bûyera kuştina çar jinan hebûye. Kujerên sê jinan nehatine dîyarkirin.

Mêran xwestîye çar jin û zarokekî/ê bikujin. Kujerên du penaberên efganî nehatine dîyarkirin.

Çavkanî: Evrim Kepenek - Ege Öztokat-Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin