
Mehmet Tanriverdî: Dayika wezîreke Almanyayê ji Kurdistanê ye
.
Dayika Wezîra Hevkarî Bipêşxistina Aboriyê ya Almanyayê ji Herêman Kurdistanê ye.
Mehmet Tanriverdî diyar kir ku dayika Wezîra Hevkarî Bipêşxistina Aboriyê ya Almanyayê Reem Alabali-Radovanê ji Herêma Kurdistanê ye û ew dibe wezîra herî temen biçûk a Almanyayê.
Biryare sibe kabîneya Almanyayê were pesendkirin û di nava 17 wezîrên Hikûmeta Almanyayê de jineke ku xwedî paşxaneya Îraq û Herêma Kurdistanê heye.
Parlamentera bi navê Reem Alabali-Radovan a 35 salî dê bibe Wezîra Hevkarî û Bipêşxistina Aboriyê ya Almanyayê.
Civaka Kurd li Almanyayê derbarê Alabali-Radovan dibêje, hilbijartineke baş e.”
Îro Partiya Sosyal Demokratan a Almanyayê navên heft wezîrên xwe ragihand. Wezîreke kabîneya nû Kurdan ji nû ve nas dike.
Alîkarê Serokê Civaka Kurd a Almanyayê Mehmet Tanriverdî ji Rûdawê re got: “Em biryara SPDyê erênî dinirxînin.”
Pêkanîna Hikûmeta Almanyayê bi dawî hat. Biryar e li 6ê Gulanê Friedrich Merz wekî Şêwirmendê Almanyayê were pesendkirin.
Merz Serokê Partiya Xirîstiyanên Demokrat e (CDU) û hizba wî di hilbijartinên giştî de bûbû yekem.
Dayîka Reem Alabali-Radovanê ji Herêma Kurdistanê ye.
Reem Alabali-Radovan bi 35 saliya xwe dibe biçûktirîn Wezîra Kabîneya Almanyayê.
Alabali-Radovan li Moskowê ji dayik bûye. Dayîka wê Xiristiyana Başûrê Kurdistanê ye û bawê wê Ereb e û ji Îraqê ye.
“Ez bawer dikim ku dê karên baş bike”
Mehmet Tanriverdî dibêje,”Ji ber paşxaneya wê pêwîstiya Rojhilata Navîn bi wezîreke wekî Reem Alabali-Radovanê heye, Ez bawerim, dê karên baş ji bo koçberan bike.
Li Rojhilata Navîn jî dê karên erênî bike.”
Reem Alabali-Radovan ne yekemîn biyanî ye ku posteke bilind wergire.
Tanriverdî diyar kir ku li Almanyayê berî niha jî welatiyên biyanî wekî Cem Ozdemir bûne wezîr.
Li gorî gotina Tanriverdî, ciyawaziya Reem Alabali-Radovanê ya bi siyasetmedarên din ên biyanî re ew e, ku siyasetmedareke genc û modern e û xwedî tecrube ye.
Reem Alabali-Radovan di sala 2021ê bûbû Parlamantera Almanyayê.
Ji wê demê pê ve Alabali-Radovan bûbû Wezîra Dewletê ya Şêwirmendiya Federalî û Berpirsa Hikûmetê ya Kar û Barên Koç û Penaberan.
Her wiha Alabali-Radovan di hikûmeta Olaf Scholz jî de, Rawêjkara Hikûmetê ya Dijî Nijadperestiyê bû.
Erkên Wezareta Hevkarî û Bipêşxistina Aboriyê ya Almanyayê
Erkê sereke yê vê wezaretê birêvebirina siyaseta bipêşxistinê ya Almanyayê ye.
Ev erk li ser bingehên armancên bipêşxistina mayînde ya Neteweiyên Yekbûyî û li ser Peymana Parîsê ji bo parastina avhewayê hatine cîbicîkirin.
Wezaret di bipêşxistina, parastina jîngehê û mafên mirovan de arîkariya dewletan dike. Binkeyeke Wezareta Hevkarî û Bipêşxistina Aboriyê li Berlînê û yek jî li Bonnê ye.
Li gorî zanyariyên malpera wezaretê 1, 184 karmend li Almanyayê û seranserî cîhanê di bin banê wezaretê de kar dikin.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin