Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê: Li Tirkiyê demokrasî paşve çûye

Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê: Li Tirkiyê demokrasî paşve çûye

Li gor pêşnûmeya ku Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê pejirand, li Tirkiyê demokras3i, dewleta hiqûqê û mafên mirovan paşve çûye.

A+A-

Pêşnûmaya ku bi hewla Koma Çepgirên Yekbûyî hate amadekirin, li Meclîsa parlamenteran a Konseya Ewropayê hat pejirandin.

Di vê biryarnameya pêşnûmayê de hat gotin ku rakirina parêzbendiya parlamenteran û girtîbûna parlamenteran asteng dibe ku erka xwe ya demokratîk bînin cih.

Herwiha bang li Tirkiyê hat kirin ku rêzê li mafên parlamenterên opozîsyonê bê girtin ku di serî de azadiya civînan, azadiya rêxistinî û vegotinê ne.

Herwiha di biryarnameyê de daxwaz hat kirin ku yasaya hilbijartinê cardin bê nirxandin û benda ji %10an bê daxistin û destûr bê dayîn ku MPKE biçin serdana parlementerên zindanîkirî, çaksaziya dadê were temamkirin û çespandin û herwiha planeke nû ya mafên mirovan were amadekirin û çaksaziya destûrî ya 2017an bi çerçoveya Komîsyona Venedîkê cardin were nirxandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin