McGurk piştgirî da serdana Barzanî ya bo Bexdayê

McGurk piştgirî da serdana Barzanî ya bo Bexdayê

Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê pêşwazî li serdana serok Mesûd Barzanî bo Bexdayê dikin.

A+A-

Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletiya li Dijî DAIŞê de, Brett McGurk di peyamekê de li ser hesaba xwe ya twîterê kêfxweşiya xwe li hember serdana serok Barzanî bo Bexdayê nîşan da û ragihand: “Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî pêşwazî li serdana Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê bo Bexdayê dikin, ji bo encamdana çend civînên giring li gel Serokwezîrê Iraqê, Adil Ebdulmehdî, ji bo bihêzkirina hevahengî û pêwendiyên navbera hikûmeta nû ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

 

Brett McGurk herwiha gotiye, ev serdan û hevahengiya Hewlêr û Bexdayê “pêwîstiyek e sereke ye bo têkşikandina yekcarî ya DAIŞê”.

 

Îro Pêncşembî 22ê Mijdarê Serok Barzanî bi serokatiya şandekê gihîşte balafirxaneya navdewletiya Bexdayê û ji aliyê Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Husên û çend wezîr û rayedarên din ên iraqî ve hate pêşwazîkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin