Mazlûm Ebdî: HSDê û Rûsyayê li hev kirin

Mazlûm Ebdî: HSDê û Rûsyayê li hev kirin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD), Mazlûm Ebdî ragihand, derbarê rewşa herdu bajarokên Eyn Îsa û Til Temirê de HSD li gel Rûsyayê gihîştîye rêkeftinekê.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Mazlûm Ebdî ku di nava Kurdan de û herwiha di nava beşek ji medyaya cîhanê de jî weke Mazlûm Kobanî jî tê naskirin, li ser twîttera xwe dîyar kir, ku ew îro li Rojavayê Kurdistanê bi Fermandarê Hêzên Rûsyayê yê li Sûrîyê, General Aleksander Çayko re civîyaye.

Mazlûm Ebdî dibêje, ew weke Hêzên Sûrîyeya Demokratîk li gel Rûsyayê rêkeftine ku Rûsya hêzên xwe li herdu bajarokên Eyn Îsa û Til Temirê belav bike.

Li derdora herdu bajarokên Eyn Îsa û Til Temirê, tevî ku du rêkeftinên agirbestê di navbera Amerîka û Tirkîyê û Rûsya û Tirkîyê de hatine îmzakirin, şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên HSDê û çekdarên girêdayî Tirkîyê de berdewam in.

Ebdî herwiha amaje bi wê yekê daye, ku li gor rêkeftinê Rûsya dê hêzên xwe li bajarê Amûdê jî, ku dikeve rojhilatê bajarê Qamişloyê û di navbera Qamişlo û Dirbêsîyê de ye, bicih bike.

Fermandarê Giştî yê HSDê dibêje, ew rêkeftin ji bo parstina aramî û îstiqrara herêmê ye û destnîşan dike: “Em li hêvîya hewldanên hevbeş ên zêdetir ji bo berjewendîyên welatên xwe ne.”

Mazlûm Ebdî wiha nivîsandîye: “Îro em şanaz bûn ku em mêvandarîya Fermandarê Hêzên Rûsyayê yê li Sûrîyê, General Aleksander Çayko kir û ev civînê gelek serkeftî bû, û em rêkeftin li ser belavkirina hêzên Rûsyayê li Amûdê, Til Temir û Eyn Îsa, ji bo aramî û îstiqrara herêmê. Em li hêvîya hewldanên hevbeş ên zêdetir ji bo berjewendîyên welatên xwe ne.”

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin