Malbatek, di navbera Tirkîye û Îtalyayê de xeniqî!

Malbatek, di navbera Tirkîye û Îtalyayê de xeniqî!

Malbateke şeş kesî ya ji Duhokê piştî windabûna demeke dirêj, doh êvarê agahî hate xizmên wan ku her şeş endamên malbatê, di navbera Tirkiye û Îtalyayê de xeniqîne.

A+A-

Berîya du salan, malbateke şeş kesî ku ji dayîk û bav û çar zarokan pêk dihat, di navbera Tirkiye û Îtalyayê de winda bûbûn.

Doh êvarê qaçaxçiyê ku ew malbat biribû, ji xizmên wan re ragihand ku ew şeş kes li jiyanê nemane.

Navê zilam Şêrzad Ebdulezîz bû û 28 salî bû, navê jina wî jî Saliha Ebdullah bû û 25 salî bû, du kur û du keçên wan jî li cem wan bûn.

Birayê Şêrzad, Hêvîdar Ebdulezîz ragihand ku ew ji bo bigihîjin Ewropayê çûbûn û di navbera Tirkiye û Îtalyayê de winda bûn. Bû demeke dirêj xizmên wan ji qaçaxçiyan dixwest ku derbarê Şêrzad û malbata wî de zanyarî bidin, lê ti tiştek nedigotin.

Hêvîdar Ebdulezîz dibêje: “Îro qaçaxçiyekî ji me re ragihand ku ew li jiyanê nemane.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin