Madalya profesorê Kurd hat dizîn

Madalya profesorê Kurd hat dizîn

Profesorê Kurdê ji Merîwana Rojhilatê Kurdistanê Koçer Bîrkar madalyaya li cîhanê ya herî mezin a bîrkariyê (matematîk) Fields wergirtibû, lê ew madalya hate dizîn.

A+A-

Profesorê kurd Koçer Bîrkar ku ji bajarê Merîwanê yê Kurdistanê ye û ji sala 2000ê ve li Brîtanyayê niştecih bûye îsal xelata herî mezin a matematîkê 2018 Fields Medal ko wekî hempaya xelata Nobelê tê hesibandin wergirt.

 

Bîrkar piştî merasîmê madalya xwe dixe nav çanteyê xwe, lê wî çanteyî li salona merasîmî ji bîr dike û dema vedigere dibîne ku madalya û telefona wî ne di çante de ye.

 

Her çend li salonê lêgerina madalyayê kirin lê ew ne dîtin û yek ji organîzatoran ji AFPê re piştrast kir ku madalya Koçer Bîrkar hate dizîn.

 

Rew Center ê ji ewlehiya salona merasîm hat sazkirin berpirs e, ragihand ku wan dîmenên kamerayan temaşe kirine û di berdewamiya wê de 2 kesên gumanbar desteser kirine.

 

Xelatên Fields ên vê carê, ji çar profesorên warê bîrkariyê Koçer Bîrkar, Alessio Figalli, Akshay Venkatesh, Peter Scholze re hat dayîn û merasîma xelatkirinê li welatê Brezîlyayê bajarê Rio de Jeneiro hat kirin.

 

Xelata Fields ku weke "Nobela di warê bîrkariyê de" tê zanîn, ji sala 1932an ve ji wan kesan re tê dayîn ku di warê bîrkariyê de dahênanê dikin.

 

Koçer Bîrkar piştî bidestxistina xelatê gotibû: “Ez hêvî dikim, vê agahiyê 40 milyon Kurdên cîhanê kêfxweş kiribe.”

 

Profesor Koçer Bîrkar ku Kurdekî ji Merîwana Rojhilatê Kurdistanê ye, çend sal berê weke penaberek çûye Brîtanyayê û niha li Zanîngeha Cambridge mamoste ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin