Macron: Çareseriyek him Kurdan û him jî Tirkiyê kêfxweş bike pêkan e

Macron: Çareseriyek him Kurdan û him jî Tirkiyê kêfxweş bike pêkan e

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku Kurdên Sûriyê rastiyeke wî welatî ne û diyar kir çareseriyek ku him Kurdan û him Tirkiyê kêfxweş bike, mumkun e.

A+A-

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li New Yorkê ku bo beşdariya civîna NYê çûbû, civîneke çapemeniyê lidarxist.

Emmanuel Macrin di vê civînê de di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û helwesta Tirkiyê de axivî. Macron ragihand ku Kurdên Sûriyê rastiyeke wî welatî ne û got ku divê rewş û pozîsyona Kurdan li ber çav bê girtin.

Serokkomarê Fransayê diyar kir ku li Sûriyê pêwîst e destûrek bê çêkirin ku hemû pêkhateyên li wî welatî cih tê de bigirin û diyar kir ku li Sûriyê çareseriyeke ku him Kurdan û him Tirkiyê kêfxweş bike pêkan e.

Macron wiha axivî; “Çareseriyeke ku Kurd jî di nav de bin mumkun e, lêdivê ev prose ne li dijî ewlekarî û berjewendiyên Tirkiyê be û divê ev yek jî li ber çav bê girtin. Ev gele zelal e dema ku me behsa Kurdên Sûriyê kir helbet ji zehmetiyên li holê yek jî ev e.”

Hêzên serbazî yên Fransayê li Rojavayê Kurdistanê ligel Hêzên Sûriya Demokratîk şerê DAIŞê dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin