Lîwa Fadil Berwarî koça dawî kir

Lîwa Fadil Berwarî koça dawî kir

Fadil Cemîl Berwarî, efserê pilebilind ê Kurd bû li nav Artêşa Iraqê û dawîn pileya serbazî ku pê hatibû dayin, pileya lîwa bû.

A+A-

Hate ragihandin Berwarî şeva din li bajarê Hewlêrê koça dawî kir û îro termê wî bi amadebûna malbat û dostên wî, li bajarê Dihokê hat veşartin.

 

Fadil Cemîl Berwarî di sala 1966an de, li parêzgeha Dihokê jidayik bû.

Di destpêka salên 80ê yî de, ji sedsala derbasbûyî, pêwendî bi hêzên Pêşmergên Kurdistanê re kir.

Piştî xistina rêjêma Be'is, di 2003yan de, pêwendî bi Artêşa Iraqê re kir û di demeke kin de, pileya wî ya serbazî hat bilindkirin û bû fermandeyê Yekeya Hêzên Operasyonên Taybet a Supaya Iraqê, ku ji aliyê Artêşa Amerîka ve dihat rahênankirin û biçekkirin.

Hêza Fadil Berwarî di 2014an de serkirdatiya şerê dijî DAIŞê li Enbarê kir.

Herwiha serkirdatiya hêzên emnî ji bo nehiştina DAIŞê li Mûsil û navçeyên parêzgeha Selahedîn kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin