
Li Xaneqînê teqîn...2 mirî 2 birîndar
Li gundekî bajarê Xaneqînê di encama teqînekê de 2 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
A+A-
Berpirsê karûbarên PDKê li bajarokê Seidiye, Amir Refhet ji BasNewsê re got, îro derdora saet 10:00 li gundê Merdan yê Xaneqînê bombek bi otomobîla welatiyekî de teqiya.
Amir Refhet da zanîn, di wê rûdanê de zilam û hevjîna xwe hatin kuştin û 2 zarokên wan jî birîndar bûn.
Wî berpirsê PDKê ragihand, tê texmînkirin ew bomb ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibe danîn ji ber ku ev demek e çalakiyên DAIŞê li wê deverê zêde bûne.
Li gorî agaihyên wî berpirsê PDKê, ewên ku hatine kuştin endamên YNKê ne
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin