Li Xaneqînê 4 Kurd hatin kuştin!

Li Xaneqînê 4 Kurd hatin kuştin!

Hat ragihandin di navbera taxa Tolefiroş a Xaneqînê û gundê Yûsif Beg ê vê navçeyê de, çar kesên Kurd hatine revandin û piştre termên wan bi serjêkirî hatine dîtin.

A+A-

Endamê Komîteya Ewlekariya Navçeya Xaneqînê, Rayid Heyder Wela di daxuyaniyekê de  ragihand: “Saet 01:30ê îro Duşembî 10ê Îlona 2018, çar welatiyên Kurd ên xelkê Xaneqînê piştî ku têne revandin, termê wan bi kuştî hatine dîtin.”

 

Heyder Wela got, “her çar welatiyên Kurd hatine serjêkirin.”

 

 

Bi gotina wî endamê Komîteya Ewlekariya Xaneqînê, “di demjimêr 23:10ê şeva bihorî 9ê Îlonê de, ew çar kes ji aliyên hejmarek çekdar ve tîn revandin û piştre polîsê Xaneqînê û Polîsê Federalî li gel çend çekdarên Heşda Şeibî diçin cihê bûyerê û demjimêr 01:30ê îro termên her çar kesan bi serjêkirî di nava çemekê de dibînin.”

 

 

Heyder Wela ji Rûdawê re diyar kir: “Ew kesên ku hatine kuştin, Kurd in û xelkê Xaneqînê ne, li gorî zanyariyan di nava kesên kuştî de pêşmerge jî hene. Herwiha şeva derbasbûyî li gundê Meidan êrişî kêlgeheke peleweriyê hatiye kirin û bombek bi xelkê ve teqiyaye û kesek bi navê Kameran birîndar bûye.”

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin