
Li Teşkîlata PAKa Mêrdînê bo şehîdên Rojhilatî şîn hate danîn
Li Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê, bi organîzasyona, PAK, PDK BAKUR, PDK-S, PYK-S û PSKê, bo Rojhilatiyên ku ji aliyê Îranê ve li Koyê hatin qetilkirin û 3 ciwanên hatin sêdarkirin, şîn hat danîn.
A+A-
Di şînê de axaftina pêşî Serokê PSKê yê Şaxa Mêrdînê Salihê Omerî kir û xemgîniyên xwe anîn zimên û Îran protesto kir.
Dûvre, Serokê Teşkîlata Mêrdînê yê PAKê Bedran Acar, daxuyaniya hevpar xwend.
Piştî Acarî, ji PDK Bakur Kak Haco, fikr û ramanên xwe gotin û qala girîngiya yekîtiya gelê kurd kir.
Ji PDK-Sê Mehmûd Remo jî di şînê de axivî û xemgîniya xwe anî zimên.
Berpirsiyarê Partiya Yekitiya Kurdên Sûrî Kak Lokman jî hestiyariya xwe anî ziman.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin