
Li Stockholmê şîna şehîdên Rojhilatî hate danîn
Li paytexta Swêdê Stockholmê taziye bo şehîdên Rojhilata Kurdistanê yên êrîşên Îranê li dijî HDK û PDKÎ yên li Koysancakê, û her wiha 3 ciwanên kurd Ramîn Huseyn Panahî, Zanyar Mûradî û Loqman Mûradî, li dar ket.
Rûpela Nû-STOCKHOLM- Endam û piştgirên HDK û PDKÎ di taziya cangoriyan de bihevre bûn û xemgîniya giran de hevpar bûn. Zêdetirî du hezar kes beşdarî taziyê bûn.
PAK-Swêd jî bi heyetekê beşdarî taziyê bû û bi peyamekê sersaxiya herdu partiyan kir.
PAKê di peyamê de got; "Em vê bûyera nemirovî ya kiryarên terorîstî yên Cumhuriyeta Îslamî ya Îranê, bi tundî şermezar dikin. Em rejîma xwînrêj a mollayan, rûreş dikin. Em bi hemû hestên xwe, bi partiyên birayên xwe yên HDK û PDK-Î herwiha bi malbatên cangoriyan û hemû hemwelatiyên xwe yên Rojhilatî Kurdistan re ne."
Di taziyê de gelek axaftin hatin kirin, di axaftinanan de rûreşkirina kiryarên qirêj û her wiha behsa hevkarî û yekîtiya kurdan hat kirin, ji aliyê çend ciwanên kurd ve sirûd hatin gotin.
Taziya cangoriyên Kurdistanê yên Koyê ji aliyê Hizba Demokrata Kurdistan ve hatibû amadekirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin