Li Stenbolê helîkoptereke leşkerî kete xwarê: 4 mirî

Li Stenbolê helîkoptereke leşkerî kete xwarê: 4 mirî

Li navçeya Sancaktepe ya bajarê Stenbolê helîkoptereke leşkerî ket xwarê û di encamê de 4 leşkeran canê xwe ji dest dan û leşkerek jî birîndar bû.

A+A-

Îro Duşemê berî nîvro li ser cadeya Topçular a Sancaktepe ya Stenbolê helîkoptereke leşkerî xwe li ser banê avahiyeke 4 qatî da û kete xwarê. Piştî bihîstina ketina helîkopterê, polis û tîmên agirvemirandin û tendirûstiyê gehiştin cihê bûyerê.

 

Di encama bûyerê de 4 leşkeran canê xwe ji dest dan û leşkerekî din jî birîndar bû. Qurbanî bi ambulansan bo nexweşxaneyê hatin veguhestin. Polîsan şerîta ewlekariyê li derdora cihê bûyerê kişandin û nahêlin welatî biçin cihê bûyerê.

 

Parêzgarê Stenbolê Alî Yerlikaya ragihand ku helîkoptereke wan a leşkerî ji ber sedemên nediyar li Samandere di dema perwerdeyê de ketiye xwarê û 4 kesan canê xwe ji dest dane û yek jî birîndar e. Herwiha da zanîn ku derbarê bûyerê de lêkolînê destpê kiriye.

 

Li aliyê din Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar jî bi armanca lêkolînan serdana Sancaktepe dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin