Li Stenbolê 23 kes hatin desteserkirin

Li Stenbolê 23 kes hatin desteserkirin

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê di operasyonekê de bo ser çend navnîşanan 23 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatin girtin.

A+A-

Li gor medya Tirkiyê, îro Sêşemê serê sibehê Hêzên Antîterorê ser bi Rêveberiya Polîsên Stenbolê li 10 bajarokên Stenbolê operasyoneke hevdem birin ser 28 navnîşanan.

 

Di operasyonê de 23 kes bi tohmeta ku dê di 27ê Mijdarê salvegera damezrandina PKKê de çalakiyan bikin, hatin desteserkirin.

 

Hat ragihandin ku kesên hatine desteserkirin, ji bo lêpirsînê bo Şûbeya Rûbirûbûna Terorê ya li ser Cadeya Vatanê hatine şandin.

 

Di heman demê de li bajarê Konya yê Tirkiyê jî 8 kes bi heman tohmetan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin