
Li Şirnexê qedexe hat ragihandin
Parêzgariya Şirnexê li 7 herêman wek herêmên ewlekariya taybet ragihand.
A+A-
Parêzgariya li 7 herêman navçeya Basan qedexe ragihand. Qedexe dê îro despê bike û wê heta 8'ê Tebaxê bi dawî bibe.
Tê pêşbînîkirin piştî ragihandina qedexeyê, artêşa Tirkiyê li dijî gerîlayên PKK'ê dest bi operasyonê bike.
Duh jî, li çiyayê Gabar ê Şirnexê di navbera gerîlayên PKK'ê û artêşa Tirkiyê de şer derketibû. Li gor çapemeniya Tirkiyê di şer de leşkerekî Tirkiyê birîndar bûbû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin