Li Şingalê encûmeneke nû hate ragihandin

Li Şingalê encûmeneke nû hate ragihandin

Li Şingalê, beşek ji serokeşîrên Kurdên Êzidî û Ereb bi piştgiriya Heşda Şeibî li hev civiyan û encûmeneke nû bo wê qezayê ragihandin. Berpirsekî ser bi Heşda Şeibî ve li Şingalê jî dibêje, ew rê nadin Şingal vegere ser Herêma Kurdistanê.

A+A-

Fehd Hamîd ku Heşda Şeibî, wî weke qaymeqamê nû yê Şingalê didin naskirin, dibêje, êdî dawî li encûmena berê ya Şingalê hat û tekez dike: “Em rê nadin Şingal vegere ser Herêma Kurdistanê”.

 

Fehd Hamîd got: “Em îro encûmena qezaya Şingalê ji bo çareserkirina kirîzan û bi awayekî demkî radigihînin û pîlanên parçekirin û giştpirsiya cudaxwaz tune bikin, ev jî di encama gelek civînên ligel eşîr û texên civakê de bû,

 

Ji bo avakirina pêkvejiyana aştiyane, ji bo avakirina yekîtiya navçeya Sincarê (Şingalê) ez hatime vê derê, ji bo ku destê xwe bixin nav destê hev û xizmetê pêşkêşî xelkê Sincarê bikin”.

 

Li aliyeke din rêveberiya yasayî ya Şingalê ku pêştir di encama hilbijartinan de hatiye ser kar, pêkanîna encûmenek din li derveyî rêbazên yasayî û bêyî encamdana hilbijartinan li Şingalê red dike.

 

Qayimeqamê Şingalê, Mehma Xelîl wê encûmena ku bi piştgiriya Heşda Şeibî hatiye pêkanîn, red dike û dibêje, ew encûmen saxte ye û ji bo zêdekirina aloziyan û têkdana rewşa Şingalê hatiye çêkirin.

 

Mehma Xelîl herwiha dibêje, ti rewaiya yasayî û destûrî ya encûmena nû nîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin