Li Şingalê di navbera Heşdî Şeibî û Pêşmerge de şer!

Li Şingalê di navbera Heşdî Şeibî û Pêşmerge de şer!

Weke nûçeya lezgîn hate ragihandin ku li Şingalê şer di navbera Pêşmerge û Heşdî Şeibî de derket. Hate ragihandin kesekî girêdayî Heşdî Şeibî birîndar bûye û Heşdî Şeibî piştî vê hêz şandine herêmê.

A+A-

Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Şingalê Kasim Şeşo ragihand ku,li navçeyê, di nav komeke Êzdî û Hêzên Êşîran ên girêdayî Heşdî Şeibî de şer derketiye.

Di şerî de endamekî Hêzên Eşîran ê girêdayî Heşdî Şeibî birîndar bûye.

Şeşo rahigand ku Heşdî Şeibî dest bi veguhastina hêzê kiriye û Pêşmergeyên Êzdî û Êzdiyên serbixwe jî ketine amadebaşiyê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya du rojan hêzên Bedir ên girêdayî Heşdî Şeibî avêtibûn Hêzên Parastina Êzidxanê û 30 pêşmerge revandibûn. Piştî rojekê ew serbest hatibûn berdan.

Alozî berdewam e.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin