Li Silêmaniyê gule li binkeya baskê çar a PDKê hatin berdan

Li Silêmaniyê gule li binkeya baskê çar a PDKê hatin berdan

Berdevkê encûmena rêveberiya Silêmanî – Helebçê yê PDKê aşkera kir, ji aliyê kesên nenas ve gule li binkeyê baskê çar ê Silêmaniyê yê partiya wan hatine berdan.

A+A-

Berdevkê encûmena rêveberiya Silêmanî – Helebçê yê PDKê Eta Şêx Hesen ji basnewsê re ragehand, îro 20.09.2019ê ji aliyê kesên nenas ve gule li binkeyê baskê yê çarê yê PDKê yê li Silêmaniyê hatine berdan, lê ziyanên giyanî çênebûne.

 

Amaje bi wê yekê jî kir, ku çend gule li binkeyê ketine û ragehand: ‘’Lijneya ewlehiya Silêmaniyê û îdareya Silêmaniyê li hember parastina binkeyê me berpirs in. Herwaha ji jiyana endamên me yên li sînorê Silêmaniyê, saziyên ewlehiyê û îdareya bajar jê berpirs e.’’

 

BASNEWS

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin