
Li ser vegera pêşmerge bo Kerkûke guftûgo têne kirin
Endamê serkirdetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nûrî Heme Elî ragihand ku heta niha ji bo vegera pêşmerge bo Kerkûkê ti demek nehatiye diyarkirin.
A+A-
Weke ku tê zanîn ji ber ku metirsiya DAIŞê li ser Kerkûkê zêde bûye Emerîka dixwaze hêzên pêşmerge vegere Kerkûkê.
Li ser mijarê Nûrî Heme Elî, ku biryar e vê heftiyê wê bibe “Berpirsê Bereya Kerkûkê ya Hêzên Pêşmerge”ragihand ku civînên di derbarê vegera pêşmerge û çend mijarên din ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam dikin û got: “Lê heta niha ti demek ji bo vegera pêşmerge bo Kerkûkê nehatiye diyarkirin.”
Heme Elî herwhiha diyar kir: “Pêşmerge dixwaze bi aştiyane vegere. Koçberên wan sînoran jî bi silametî û parastî vegerin ser mal û halê xwe. Ji bo vê jî pêwîstî bi garantî û rêkeftinê heye.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin