Li ser rêya Mihabad-Urmîyê 4 kesan canê xwe ji dest dan

Li ser rêya Mihabad-Urmîyê 4 kesan canê xwe ji dest dan

Li parêzgeha Urmîyê di bûyereke trafîkê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li parêzgeha Urmîyê di bûyereke trafîkê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Rêveberê Polîsê Mihabadê, Birzo Ticarî ragihand, roja Pêncşemê li ser rêya di navbera Mihabad-Urmîyê de bûyereke trafîkê çê bû. 

Birzo Ticarî dîyar kir, bûyer li sêrêya Kose Karêzê di navbera kamyoneke ji curê ISUZU û otomobîleke ji curê Semend de çêbû û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, û kesek jî ku şofêrê kamyonê ye, birîndar bû.

Rêveberê Polîsê Mihabadê da xuyakirin, piştî agahdarbûna ji rûdana bûyerê, tîmên hawarçûnê û hêzên polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin