
Li ser rêya Bexda- Kerkûkê teqînek pêk hat
Li ser rêya Bexda-Kerkûk di encama êrişeke li ser otobusekê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 15 kes birîndar bûn.
A+A-
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Iraqê Seyf Bedr ragihand ku duh otobuseke li ser rêya Kerkûk-Bexdayê hatiye armancgirtin.
Bedr diyar kir ku di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 15 kes birîndar bûne.
Jêderên li herêmê ragihandin ku wê otobusê polîs ji Bexdayê bo Kerkûkê vedighastin û di dema derbasbûna wê otobûsê de bombeya berî niha hatibû çandin, hatiye teqandin.
Heta niha ti aliyan êriş li xwe negirtiye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin