
Li Rojhilata Kurdistanê mînek teqiya; 2 kes birîndar bûn
Li Rojhilatê Kurdistanê di encama teqîna mînekê de du welatiyên Kurd birîndar bûn. Herdu welatiyê birîndar jibo dermankirinê bo Nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya Baneyê hatine veguhastin.
A+A-
Li gorî agahiyan, li navçeya Hengejal ku dikeve sînorê bajarê Bane yê ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilata Kurdistanê, mînekbi du welatiyên Kurd de teqiyaye û di encamê de herdu kes ji piyên xwe birîndar bûne.
Herdu welatiyên birîndar ji bo dermankirinê, bo “Nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî” ya bajarê Baneyê hatine veguhastin û li vê nexweşxaneyê di bin çavdêriya bijîşkî de ne.
Çavkaniyên ji Rojhilata Kurdistanê ragihandine, ku navê yek ji welatiyan “Kamiyar Ebdullahî” û temen 30 salî ye û navê kesê din jî “Sefer Rehmenî” û 35 salî ye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin