
Li Rojhilata Kurdistanê di navbera Îran-PKKyê da şer!
Hat gotin ku li devera Kamyaran ya Rojhilatê Kurdistanê şerekî giran di navbera pasdarên Îranê û çekdarên alîgirên PKKê de derketiye.
A+A-
Dezgeha mafên mirovan a Hengawê ragihandiye, îro danê sibê li çiyayê Şaho li nêzîkî bajarokê Kamyaran li eyaleta Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, şerekî giran di navbera pasdarên Îranê û çekdarên alîgirên PKKê de derketiye.
Li gorî agahiyan, di wî şerî de komek pasdar hatine kuştin û birîndar bûne lê nayê zanîn gelo ziyan gihîştiye çekdarên alîgirên PKKê yan na.
Heta niha ne PKK û ne jî pasdaran, tiştek li ser wî şerî negotine. Tê gotin ew çekdarên alîgirên PKKê jî endamên rêxistina bi navê YRK (Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê) ne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin