Li Rojhilata Kurdistanê banga grêva giştî
Navenda Hewkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê beyanameyekê daxwaz ji hemû bajarê Rojhilatê Kurdistanê kirin ku sibe 10.09.2018ê grêva giştî birêve bibin.
A+A-
Navenda Hewkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ragehandin:
"Em wek Navenda Hewkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, li hember tewanê hovane yê Îranê ku 3 ciwanên azadîxwaz ê gelê kurd Şehîd Ramîn Husên Penahî, Zanyar û Luqman Muradî û herwaha li hember mûşekbaran kirin û komkujiya sipaha pasdarên Îranê ya ser civîna komîteya navendî ya HDKê bi tundî şermizar dikin û li hember wê banga grêva giştî dikin.’’
Navenda Hewkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji wan partiyan pêk tê;
Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê
Sazimana Xebata Kurdistana Îranê
Hizba Demokrata Kurdistana Îranê
Hizba Demokrata Kurdistanê
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin