Li Rihayê polêsan di xala pişkinînê de kesek kuşt!

Li Rihayê polêsan di xala pişkinînê de kesek kuşt!

Li navçeya Bêrecûk a Rihayê, rêwiyekî bi navê Sedat Polat, li xala pişkinînê, bi guleya ku leqey serê wî hatî, jiyana xwe ji dest da.

A+A-

Hate ragihandin îro serê sibê dora demjimêr 7an de, li xala pişkinînê, wexta di nav otobosê de kontrola nasnameyan dihate kirin, guleyek bi serê rêwiyê bi navê Sedat Polatî ket û jiyana xwe ji dest da.

Hat gotin, gule ji zîrepoşeke ji 50 kîlomêtre ji wir dûr derketiye.

Hat rahigandin ku Sedat Polat, digel birayê xwe yê ji çavê xwe wê ameliyat bibaya û xwişka xwe diçûne Edenê.

Sedat Polatî piştî bûyerê bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akif İnan hatiye veguhastin û termê wî dane malbata wî.

Li ser bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin