Li NY nîqaşa destûra nû ya Sûriyê

Li NY nîqaşa destûra nû ya Sûriyê

Di civîneke Encûmena Asayişa Navdewletî ya Netewên Yekgirtî de ku di derbarê qeyrana Sûriyê de bû, di navbera nûnerê hikûmeta Sûriyê û Şanderê Netewên Yekgirtî yê bo karûbarên Sûriyê de kêşe derket û her du aliyan bersiva hev dan.

A+A-

Şanderê Navdewletî Staffan de Mistura di wê civînê de ragihand, lîstea sêyem a berbijarên komîteya destûrî ne otombîleke ji hêz û aliyên siyasî re, û berê xwe da Beşar Cefeirî û got: Divê xelkê Sûriyê vê proseyê birêve bibin.

 

Şandiye NY yê taybet bi pirsa Sûriyê, Staffan De Mistura got: “Mebesta min ev e ku nabe lîsta sêyem bibe otombîlek ji nûner û berprisên aliyên siaysî re, çi yên hikûmetê bin an jiî yên opozisyonê bin. Civaka Sivîl û welatiyên Sûriyê hêja ne ku dengê wan di vê prosyê de hebe, daku ew yasayên têne danîn, rê nedin tu partiyekê ku bibe diktator û vê proseyê vala derxîne.

 

Ez dixwazin bînim bîra balyoz Ceiferî, ku bi xwe di herdemê de tiştan tîne bîra me, Neteweyên yekgirtî nêzîkî serweriya Sûriyê nebûye, biryara 2254 pêbdenbûna NY bi serxwebûn û yekîtiya axa Sûriyê nîşan dide, ev yek jî vê rastiyê derdixe, ku divê ev prose di destê xelkê Sûriyê de be û ew bi xwe jî wê birêve bibin.”

 

Nûnerê hikûmeta Sûriyê, Beşar Ceiferî jî li hember gotinên Staffan de Mistura bertek nîşan da û ragihand, ku wan berî her aliyekî din pabenbûna xwe bi biryarên nadvewletî nîşan daye, dema ku namzedên xwe ji bo komîteya destûrî ji Neteweyên Yekgirtî re şandibûn.

 

Beşar Ceiferî got, nabe şandiye navdewletî destêwerdanê di nav karûbarên girêdayê yekîtî û serweriya Sûriyê de bike û ev yek jî anî ziman, ku danîna destûreke nû girêdayê biryara gelê Sûriyê bi tenê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin