Li Kerkûkê teqîn!

Li Kerkûkê teqîn!

Li bajarê Kerkûkê teqînek çê bû û li gorî zanyariyên destpêkê di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.

A+A-

Îşev berî demekê li Taxa Wasit a bajarê Kerkûkê teqînek çê bû.

 

Di encama teqînê de kesek hatiye kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

 

Teqîn di demjimêr 23:27an de û ji ber teqîna bombekê di nava zibildanekê de çêbûye. 

 

Li gorî Rûdawê, di encama teqînê de, kesek bi navê Yasir Celal hatiye kuştin û 2 kesên din jî bi navên Muzefer Îbrahîm û Ela Muhsin birîndar bûne.

 

Peyamnêrê Rûdawê da xuyakirin, ku li gorî zanyariyên destpêkê di encama teqînê de kesek hatiye kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

 

Derbarê teqînê de Polîsê Kerkûkê di daxuyaniyekê de ragihand: "Birîndarên teqînê li nexweşxaneya Komarî ya Kerkûkê ne. Hêzên ewlekariyê jî dest bi lêkolînê kirine û zêdetir ji xaleke kontrolê di nava taxan de danîne."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin