Li Kerkûkê DAIŞiyan boriya petrolê teqand
Çekdarên DAIŞê li Kerkûkê boriyeke petrolê teqandin û heta niha jî agirê wê nehatiye kontrolkirin. Rêveberê Asayîşa Kerkûkê jî dibêje, ji ber ku pêşmerge ne li wir in li wê herêmê valatiya ewlekariyê heye.
A+A-
Rêveberê Asayîşa Kerkûkê Îdrîs Rifet ragihand, ku îro danê sibê (09-09-2018) çekdarên DAIŞê li nêzîkî gundê Qeredere ya navçeya Dubizê, bi du bombeyan boriya petrolê teqandin û ji ber vê agir bi boriyê girt.”
Îdrîs Rifet got: “Ji ber ku pêşmerge li wê herêmê nemane, valatiyeke ewlekariyê çabûye û Polîsên Federal jî nikarin herêmê kontrol bikin. Ji ber ku wê herêmê nas nakin, DAIŞ jî bi awayeke partîzanî karên xwe dike.”
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin