Li Iraqê xwepêşandêr avahiya parêzgehê şewitandin

Li Iraqê xwepêşandêr avahiya parêzgehê şewitandin

Şevê din li bajarê Besra, xwepêşandanên berfireh û bihêrs li dijî Hikûmeta Iraqê derketin û hêzên ewlehiya Iraqî teqe li xwepêşanderan kirin, di encamê de 6 kes hatin kuştin û bi dehan kesên din jî brîndarbûn.

A+A-

Ji aliyê xwe ve, xwepêşanderan girtin ser gellek avahiyên Hikûmî û avahiya parêzgehê şewitandin.

Li gorî ajansa Firensî, di xwepêşandanên Besra de li başûrê Iraqê, 6 kes hatine kuştin û 67 kesên din, ji xwepêşander û hêzên ewlehiyê birîndar bûne.

Bi sedema nebûna av paqij û karebê û bicînekirina sozên Hikûmetê, ev hefteyeke xelkê Besra, dest bi xwepêşandanan kirine û duh ji bo cara diwem avahiya parêzgehê şewtandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin