Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene

Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene

i

A+A-

Li bajarê Şahînşehrê yê parêzgeha Îsfehanê ya Îranê di teqîna ku li kargeheke madeyên teqemeniyê çêbû de 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku îro bi dema herêmî saet 10:30î li bajarê Şahînşehrê teqînek çêbûye.

Hat diyarkirin ku di teqîna ku li depoya kargeha madeyên teqemeniyê ya li herêma Meymeyê ya navçeya Şahînşehrê de qewimî, 2 kesan canê xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye.

26ê Nîsana 2025an saet 12:05an agir bi Bendera Recaiyê ya bajarê Bender Ebasê yê Îranê ket û bû sedema gelek teqînan.

Di encama teqînan de herî kêm 70 kes mirin û zêdetirî 1200 kes jî di vê bûyerê de birîndar bûne.

Her wiha di teqîna Bendera Recaiyê de 5 karkerên Kurd mirin

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin