Li Îranê rêjeya zewicandina zarokan çar caran zêde bûye!

Li Îranê rêjeya zewicandina zarokan çar caran zêde bûye!

Berpirsekî hikûmeta Îranê dibêje, li Îranê malbat tenê ji bona ku kirêdîya zewacê bistînin, keçên xwe yên temenê wan ji 15 salan kêmtir e, bi zorê didin şû!

A+A-

Navenda Nûçeyan- Cîgirê wezîrê spor û gencan yê Îranê, Mihemed Mehdî Tundgoyan ji medyaya Îranî re gotîye, rêjeya zewicandina keçên ku temenê wan ji 15 salan kêmtir gelekî zêde bûye.

Tundgoyan daye zanîn, ev rêje li gorî par çar caran zêde bûye û gotîye, malbatên belengaz tenê ji bona ku kirêdîya zewacê (30 milyon tûmen – derdora 3 hezar dolar) bistînin, keçên xwe bi zorê didin şû!

Li gorî qanûnên Îranê, lazim e temenê keçan di dema şûkirinê de ji 13 salan û yê xortan jî ji 15 kêmtir nebe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin